Îran: Divê em her dem amade bin

Îran: Divê em her dem amade bin

Peyamakurd-  Li gel ku agirbestek demkî di navbera Îran û Îsraîlê de heye, berpirsên Îranî hişyarî didin ku agirbest lawaz e û ew divê her dem ji bo rûbirûbûna êrîşeke nû amade bin. Alîkarê Yekem ê Serokkomarê Îranê, Mihemed Reza Arif, anî ziman ku ew ji agirbestê ne piştrast in û baweriya wan bi dijmin nîne ku bi mêranî pabendî gotina xwe be. Arif got, "Divê em di her kêliyê de ji bo rûbirûbûnê amade bin û tiliya me li ser tetîkê be."

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, di êrîşên Îsraîlê de 627 kes hatine kuştin û 4 hezar û 780 kes jî birîndar bûne. Di nava kuştiyan de 72 jin û zarok hene. Pisporên siyasî yên Îranê jî heman nêrînê parve dikin. Serokê Zanîngeha Zanistên Siyasî ya Tehranê, Îbrahîm Muteqî, pêşbînî dike ku şer nêzîk e û got, "Li gorî dîtina min û belgeyên di dest de, Îsraîl dê herî zêde di nava hefteyekê de, bi piştgiriya taktîkî û operasyonî ya Amerîkayê, cardin dest bi operasyonên xwe bike."

Di rojên dawî de Serokê Amerîkayê Donald Trump îhtimala hevdîtineke bi Îranê re di hefteya bê de anîbû ziman. Lê belê, Wezareta Karên Derve ya Îranê tekez dike ku hêj tiştek yekalî nebûye. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku dem, şêwaz û naveroka danûstandinan mijarên ku tên nirxandin in û ew hêj negihîştine encameke dawî.

Aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de bi êrîşa Îsraîlê ya li ser Konsulxaneya Îranê ya Şamê di 1ê Nîsana 2024an de dest pê kiribû. Ev bûyer bi bersivdana Îranê ya di 13ê Nîsanê de kûrtir bû. Pevçûnên navborî di 13ê Hezîranê de bi êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê ji nû ve dest pê kirin. Piştî bersivdayîna Îranê bi mûşek û dronan, di 22ê Hezîranê de Amerîka rasterast tevlî şer bû û êrîşî navendên atomî yên wekî Fordo, Netenz û Îsfehanê yên Îranê kir. Serokê Amerîkayê Donald Trump di 24ê Hezîranê de di navbera her du welatan de agirbest ragihandibû.

Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.