Konseya Ewlehiya NY wexta wezîfa hêza xwe ya li Golanê dirêj kir

Konseya Ewlehiya NY wexta wezîfa hêza xwe ya li Golanê dirêj kir

PeyamaKurd – Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî wezîfa Hêza Çavdêriyê ya Agirbesê ya li Golanê (UNDOF) heya dawiya sala 2025an dirêj kir. DYA û Rûsya destekê dan biryarê, behsa dewama bêterefiyê kirin û xwestin ku temamê tehdîdên li sehayê hene rawestin.

Di Konseya Ewlehiya NY de, 15 endam hene û Rûsya-Amerîkayê biryarê destek kirin û bi yekdengî biryarê dan. Di biryarê de hat gotin ku UNDOF dewam dike û bêteref dimîne û di sehayê de her cûre tevgerên ku hêza navborî bixe talûkê divê bên rawestandin.

Di biryarê de hat gotin ku temamê grûbên di derveyê UNDOFê de, divê sehayê terk bikin û temamê alavên aîdê hêzên aştiyê yên NY çi alav, çi sîlih û ekipman hebin, divê teslîmê hêzên agirbesa NY bikin.

Îsraîlê, di sala 1967an de piştî şerê wan û Ereban Golanê xistibû destê xwe û di sala 1974an de Peymana Vekişîna Hêzan hatibû îmza kirin û herêma tampon avakiribûn û sînorê seha ku ji çekan hatibû safîkirin danîbûn.

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.