Şandeke Neteweyên Yekbûyî serdana Efrînê kir

PeyamaKurd- Şanda Neteweyên Yekbûyî (NY) serdana bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê kir û bi rêveberê herêmê Mesûd Betal re hevdîtin pêka nî.
Hate ragihandin ku di civînê de, rewşa welatiyên ku ji koçberiyê vegeriyane Efrînê û pêdiviyên xizmetguzariyê yên bajêr hatin nirxandin.
Navenda Ragihandinê ya Efrînê ragihand, Rêveberê Herêma Efrînê Mesûd Betal ji şandê re bi hûrgilî behsa rewşa Efrînê û pêdiviyên wê yên xizmetguzariyê kir.
Rêveberê Herêma Efrînê tekezî li ser wê yekê kir, dosya Efrînê, dosyayeke mirovî ye û kar û xebatên ji bo pêşxistina bajêr berdewam dikin.
Mesûd Betal herwiha da zanîn, heta niha zêdetirî 50 hezar malbat vegeriyane bajêr û tedbîreke berfireh hatiye girtin, da ku mal û milkên welatiyan ji xwediyên wan ên resen re werin vegerandin.
Di heman civînê de, Cîgirê Rêveberê Herêmê Mihemed Reşîd, derbarê binesazî û xizmetguzariyên li bajêr de agahî dan şanda Neteweyên Yekbûyî.
Şanda NY amadebûna xwe nîşan da ku alîkariyê pêşkêş bikin û bersivê bidin pêdiviyên Efrînê, da ku aramî û ewlehiya xelkê herêmê were misogerkirin.
Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.




