Wezîr Bessent: “Eger peyman çênebin wê tarîfe dagerin ser asta 2yê Nîsanê”

Wezîr Bessent: “Eger peyman çênebin wê tarîfe dagerin ser asta 2yê Nîsanê”

PeyamaKurd – Wezîrê xezînê yê DYAyê Scott Bessent got eger bi hinek dewletan re di hevdîtinên bazirganiyê de lihevkirin nekin, tarîfe dikarin dagerin ser asta 2yê Nîsanê. Bessent ragihand ku paşdexistin tenê bi biryara Trump dibe û wê hefteya dawiyê de di muzakereyan de qelek qelebalix çêbibe.

Bessent, ragihandina ji bo TV ya Bloombergê kir û got bi taybetî hinek welat tewrê wan yên rikberiyê heye, ji ber tewrê wan, peymana bazirganiyê bi zahmetî dikeve û ji ber wê jî dibe ku tarîfan bilind bikin ser asta berê ya 2yê Nîsanê. Bessent got:

“Dema em bikevin hefta dawiyê, em ê bibînin ku wê telaşekî destpêbike. Paşdexistin û rewşa tarîfeyan bi temamî di erka serok Trump de ye. Welat hene ku bi niyeta baş muzakereyan dikin lê ger lihevkirin nebe, dibe tarîfe dagerin ser asta 2yê Nîsanê. Înşallah pêdivî bi vêya çênebe.”

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.