Ji Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo dayika Wekîlê Mîrê Êzidiyan

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 6ê Tîrmehê ji ber koça dawî ya dayika Wekîlê Mîrê Êzidiyan, Mîr Herman Mîrza Beg, peyameke sersaxiyê pêşkeş kir û hevxemiya xwe anî ziman.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya xwedêjêrazî Elmas Elî Beg anî ziman û got:
“Birêz Mîr Herman Mîrza Beg, Wekîlê Mîrê Êzidiyan;
Ji bo koça dawî ya dayika we (Elmas Elî Beg), ez sersaxiyê li malbata we ya birêz dikim û hevparê xema we me.
Xwedayê mezin giyanê wê bi bihuştê şad bike û sebr û hedanê bide we.”
Ev nivîs 8 car hatiye xwendin.




