Serokê Parlamentoya Iraqê li Hewlêrê ye

PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd Meşhedanî û Serokê Komîsyona Yekparçeyiyê Ziyad Cenabî gihîştin paytexta Hewlêrê.
Şandeya Bexdayê îro (Yekşem, 6ê Tîrmeha 2025an) li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Abdullah ve hate pêşwazîkirin.
Armanca serdana Meşhedanî ew e ku bi rayedarên Herêma Kurdistanê re li ser pirsgirêkên hevpar, çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê û nîqaşkirina hilbijartinên parlementoyê yên pêşerojê nîqaş bike.





