Erdhej li Deryaya Spî çêbû!

PeyamaKurd - Li Deryaya Spî erdhejek bi şîddeta 4.3 pileyî çêbû.
Hûrgiliyên derbarê erdhejê de li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Karesat û Awarte (AFAD) hatin parvekirin.
Li gorî agahiyên ku ji hêla AFADê ve hatine parvekirin, di saet 7:20ê sibehê de erdhejek bi şîddeta 4.3 pileyî bi navenda wê li Deryaya Spî hatiye tomarkirin.
Hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 6.34 kîlometreyan de çêbûye.





