Li gundewarê Dêra Zorê otobuseke leşkerî hate hedefgirtin: 5 kuştî û 13 birîndar hene

Li gundewarê Dêra Zorê otobuseke leşkerî hate hedefgirtin: 5 kuştî û 13 birîndar hene

PeyamaKurd – Îro, 16ê Cotmeha 2025an, li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê, otobuseke leşkerî ya artêşa demkî ya Sûriyê bi bombeyeke vedayî hate hedefgirtin. Di encama teqînê de, 5 leşker hatin kuştin û 13 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya kanala El-Erebiyeyê, teqîn di dema derbasbûna otobusê de pêk hatiye û bûye sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek leşkeran.

Televîzyona fermî ya Sûriyê jî ragihand ku "Otobuseke ku leşker vediguhestin, li nêzîkî bajarokê Se'lû yê li rojhilatê Dêra Zorê, bi bombeyeke ku li kêleka rê hatibû çandin, hate teqandin."

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan (SOHR) derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku otobusa ku leşkerên Wezareta Parastinê vediguhestin, ji aliyê kesên nenas ve bi amûreke teqemeniyê hatiye hedefgirtin. Rewangehê da zanîn ku guman heye şaneyên DAIŞê li pişt vê êrîşê bin.

Di daxuyaniya SOHRê de hat gotin, "Di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene û zirareke mezin gihiştiye otobusê." Herweha hate destnîşankirin ku ambûlans bo cihê bûyerê hatin şandin û li herêmê tedbîrên ewlehiyê hatin tundkirin.

Rewangehê hişyarî da ku ji ber giraniya birînên hin leşkeran, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.