Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê: 400 berbijêr ji ber binpêkirinan hatin cezakirin

Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê: 400 berbijêr ji ber binpêkirinan hatin cezakirin

PeyamaKurd – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê îro, 16ê Cotmeha 2025an, ragihand ku ji ber binpêkirina yasayên bangewaziya hilbijartinê, heta niha 400 berbijêr û aliyên siyasî hatine cezakirin.

Berdevka Komîsyonê, Cumane Xelay, di civîneke çapemeniyê de li Bexdayê axivî û hûrgiliyên cezayan eşkere kir. Xelay got, "Heya roja 14ê Cotmehê, Encûmena Komîsyaran biryar li ser sepandina 400 cezayan daye."

Wê da zanîn ku ji van cezayan, 291 li dijî berbijêrên mêr û 49 jî li dijî berbijêrên jin hatine sepandin. Herwiha, Xelay destnîşan kir ku 60 ji van cezayan berî destpêkirina fermî ya dema bangewaziya hilbijartinê hatibûn tomarkirin.

Berdevka Komîsyonê tekez kir ku ev pêngav di çarçoveya çavdêrîkirina tund a pêvajoyê de ye û armanca wê ew e ku hemû alî pabendî yasa û rênimayên hilbijartinê bibin da ku pêvajoyek adil û şefaf were misogerkirin.

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.