Wezareta Berevaniya Tirkiyê: Entegrebûna HSDê bi Şamê re pir girîng e

Wezareta Berevaniya Tirkiyê: Entegrebûna HSDê bi Şamê re pir girîng e

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê Zekî Akturk di civîneke rojnamevanî de ragihand ku entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya nav artêşa Sûriyeyê gelekî girîng e.

Akturk, di civîna agahdarkirinê ya heftane ya çapemeniyê de got, 12ê Cotmehê wan ligel hikûmeta Sûriyeyê civîneke sêalî kiriye û diyar kir, "Wekî ku hûn dizanin, hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi hemû sazî û yekîneyên xwe ji bo jinûveavakirin û pêkanîna aramî û ewlehiyê li welêt xebatên xwe didomîne.

Di vê çarçoveyê de, ji bo zêdekirina kapasîteya ewlehiyê ya Sûriyeyê, paqijkirina herêmê ji terorê û pêkanîna aramî û ewlehiyê em xebatên xwe yên ji bo zêdekirina hevahengî û hevkariya xwe ya bi Wezareta Berevaniya Sûriyeyê re didomînin.

Di civîna sêalî ya 12ê Çiriya Pêşîn de, hewlên ji bo zêdekirina kapasîteya Sûriyeyê û bipêşxistina hevkariya bi Sûriyeyê re tên dayîn, hatin gotûbêjkirin.”

Zekî Akturk herwiha destnîşan kir, di çarçoveya aramî û ewlehiya Sûriyeyê de, ew piştgiriya prensîba “yek dewlet, yek artêş” dikin û got ku tevlîbûna HSDê ya nav artêşa Sûriyeyê xwedî girîngiyeke krîtîk e.

Akturk da zanîn ku ew wekî Tirkiyeyê derbarê vê mijarê de bi muxatabên xwe re hevahengiyên pêwîst dikin û pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin.

 

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.