Erdogan û Ahmet Turk bi rêya telefonê axivîn: Spasî hat kirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, pêwendiyeke telefonî pêkanîn.
Ahmet Turk spasiya Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli kir û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de ked û piştgiriya Erdogan û Bahçeli gelekî girîng e.
Di pêwendiyê de, Ahmet Turk hêvî kir pêvajoya bi danîna çekan a PKKê berdewam dike, bibe wesileya xêrê.
Li gorî medya Tirk, Turk kêfxweşiya xwe anî ziman ku pirsgirêka ku ji demeke dirêj ve berdewam dike gihîştiye qonaxa çareseriyê û wiha got: “Ev geşedan hem ji bo aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê hem jî ji bo paşeroja hevpar a gelên herêmê hêvîbexş in. Binyatên biratiyê dê ji niha û pê ve gelekî bihêztir bin.”
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




