Fuad Husên: Divê Komkujiya Êzidiyan ji aliyê navneteweyî ve bê naskirin

Fuad Husên: Divê Komkujiya Êzidiyan ji aliyê navneteweyî ve bê naskirin

PeyamaKurd - Alîkarê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir ku ji bo komkujiya li dijî Êzidiyan li qada navneteweyî weke jenosîd bê naskirin, ew hewlên girîng didin.

Huseyn beşdarî merasîmek li Bexdayê bû ku ji bo bîranîna salvegera 11emîn a Jenosîda Êzidiyan hate lidarxistin û diyar kir ku ew hewlên girîng didin da ku komkujiyên li dijî Êzidiyan û civakên din di asta navneteweyî de wekî jenosîd werin naskirin û ew hewlên xwe yên ji bo cezakirina sûcdaran didomînin.

Wezîr Husên, jenosîda li dijî Êzidiyan wekî "sûcek dîrokî" bi nav kir û diyar kir ku ev jenosîd hewldanek plankirî bû ji bo tunekirina nasname û hebûna vê civaka xwecihî li Iraqê.

Fuad Husên destnîşan kir ku ji bo dîtina kesên revandî û winda û ravekirina çarenûsa wan hewlên girîng têne dayîn û diyar kir ku pêkanîna Peymana Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hatiye îmzekirin pir girîng e.

Fuad Husên diyar kir ku heke peyman neyê bicîhanîn û neyê paşguhkirin, bêîstîqrariya li Şingalê dê berdewam bike û vegera û ji nû ve avakirina niştecihên Şingalê dê were astengkirin.

Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.