Hamas ji Amerîkayê re: Gefên destwerdana leşkerî ya li dijî Îranê wê herêmê bêîstîqrar bike

PeyamaKurd – Hamasê gefên destwerdana leşkerî ya Amerîkayê li dijî Îranê şermezar kir û tekez kir ku gaveke wisa wê herêmê ber bi alozî û bêîstîqrariyeke zêdetir ve bibe.
Di daxuyaniyekê de ku li ser kanala Telegramê ya Hamasê hatiye kirin, agahî li ser mijarê hatiye dayîn.
Di daxuyaniyê de gefên Amerîkayê yên li dijî Îranê bi tundî hatin şermezarkirin û êrîşên Îsraîlê yên li dijî Îranê bi tevahî hatin redkirin û tekez hat kirin ku "ev ne tenê binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî ye, lê di heman demê de gefeke rasterast li ser ewlehî û aştiya herêmî û cîhanê ye û dê herêmê ber bi alozî û bêîstîqrariyeke din ve bibe."
Di daxuyaniyê de hişyarî li ser xetera tevlêbûna rasterast a Amerîkayê di her êrîşeke leşkerî ya li ser Îranê de hat dayîn û Washington û Tel Aviv ji encamên wê berpirsyar hatin nîşandan.
Di daxuyaniyê de tekez kir ku Hamas li kêleka Îran û gelê wê ye û piştgiriyê dide mafê rewa yê Îranê ji bo parastina xwe û serweriya xwe ya neteweyî.
Di daxuyaniyê de bang li welatên Ereb û Îslamî hat kirin ku li dijî êrîşên Îsraîlê helwestek hevpar û berpirsiyar bigirin, ji bo pêşîgirtina li berdewamiya êrîşên li ser Îranê û redkirina wan, da ku ewlehiya herêmê û berjewendiyên gelan biparêzin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Daxuyaniyên Îsraîlê yên ku dibêjin li Rojhilata Navîn ti bajarek ji êrîşên Îsraîlê ewle nîne, zîhniyeteke kolonyalîst a xudperest nîşan dide û niyetên êrîşkar eşkere dike ku aramiya herêmê û gelên wê tehdît dike."
Li gorî nûçeyan, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump her ku diçe zêdetir eşkere dike ku ew ê milkên leşkerî yên Amerîkî ji bo êrîşkirina ser tesîsên nukleerî yên Îranê bi kar bîne.





