IRAQ - Di du salan de di pevçûnên eşîran de zêdetirî 350 kes hatine kuştin

IRAQ - Di du salan de di pevçûnên eşîran de zêdetirî 350 kes hatine kuştin

PeyamaKurd – Pevçûnên eşîrî li navend û başûrê Iraqê zêdetirî 350 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gorî statîstîkên ku ji hêla Hikûmeta Iraqê ve hatine weşandin, di sala 2023an de 460 pevçûn di navbera eşîran de çêdibin. Di sala 2024an de, 320 pevçûn çêbûne; tenê di Çileya 2025an de li Bexda, Meysan, Besra û Zîqarê heşt pevçûnên eşîrî çêbûne.

Li gorî statîstîkan, di sala 2023an de 230 û di sala 2024an de 150 kesan di pevçûnan de canê xwe ji dest dane.

Wezareta Karên Hundir a Iraqê ji bo bidawîkirina van pevçûnan encumenek ava kir û di nav du salan de 200 peyman di navbera eşîran de hatin îmzekirin.

Li gorî daneyên Wezaretê, welatî zêdetirî 15 ton çekên giran û 10,500 çekên sivik di destê xwe de digirin.

Di sala 2023an de, di zêdetirî 460 pevçûnên di navbera eşîran de 230 kesan canê xwe ji dest dane. Di sala 2024an de, di 320 pevçûnan de 150 kesan canê xwe ji dest dan.

Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.