DYAyê 10 roj da Rûsyayê

DYAyê 10 roj da Rûsyayê

PeyamaKurd - Serokê DYA Donald Trump ragihand ku wî 10 roj daye Rûsyayê da ku bi Ukraynayê re peymanek aştiyê çêbike û heke heta dawiya wê heyamê peymanek çênebe, wê ceza werin sepandin.

Serok Trump di balafira xwe ya vegera ji Skotlandê bo DYAyê de bersiva pirsên çapemeniyê da.

Dema ku ji Trump li ser daxuyaniya wî ya duh hat pirsîn, "Ez 10-12 rojan didim Rûsyayê," herwiha got, "Ez ji îro pê ve 10 rojan didim Rûsyayê. Piştre em ê bacên gumrikê û tiştên wisa ferz bikin. Ez nizanim ev ê bandorê li Rûsyayê bike an na. Bê guman, Putin dixwaze şer bidomîne, lê em ê bacên gumrikê ferz bikin."

Trump diyar kir ku ew dixwaze di zûtirîn dem de di navbera her du welatan de peymanek aştiyê çêbibe, lê baweriya xwe anî ziman ku Rûsya di vî warî de tu hewldanan nake.

Trump herwiha diyar kir ku piştî daxuyaniya xwe ya doh ji Putin tu bersiv negirtiye û got, "Ev şermeke rastîn e."

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.