Erdhejek bi hêza 8.8 li Rûsyayê çêbû!

Erdhejek bi hêza 8.8 li Rûsyayê çêbû!

PeyamaKurd - Piştî erdhejek bi hêza 8.8 ku li Nîvgirava Kamchatka ya li rojhilatê Rûsyayê qewimî, hişyariya tsûnamiyê hat dayîn.

Saziya Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 119 kîlometre li başûrê rojhilatê bajarê Petropavlovsk-Kamchatsky li ser vê nîvgiravê bû.

Erdheja bi hêza 8.8 li kûrahiya 20 kîlometreyan çêbû, û li herêmê jî erdhejên bi hêza 6.9 û 6.3 çêbûn. Piştî erdhejê hişyariya tsûnamiyê hat dayîn.

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.