Rejîma Îranê li Baneyê kolberekî Kurd birîndar kir

PeyamaKurd – Kolberekî Kurd ê (35) bi navê Behram (paşnav nediyar), duh, şeva Sêşemê, 29 Tîrmeh 2025an, li devera Nanorê ya bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber gulebarana rasterast a hêzên Alaya Sînor a Rejêma Komara Îslamî ya Îranê bi giranî birîndar bû.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Behramê ku bavê 2 zarokan e, ji gundê Mîkê Seqizê ye û niha li gundê Terxanavayê yê Baneyê dijî.
Li gorî çavkaniyên agahdar, hêzên sînor gule li Behram reşandine dema ku ew ber bi karê xwe yê kolberiyê ve diçû û tu bi xwe re hilnegirtibû.
Hat ragihandin ku piştî bûyerê ew birin Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Baneyê, lê ji ber giraniya birînên wî, ew paşê şandin nexweşxaneyekê li Seqizê.
Ev nivîs 152 car hatiye xwendin.





