Tirkiye gaz û elektrîkê dê bişîne Sûriyeyê

Tirkiye gaz û elektrîkê dê bişîne Sûriyeyê

PeyamaKurd – Tirkiyeyê ragihand ku ji 2yê Tebaxê pê ve dê salane 2 milyar metrekup gaza xwezayî û 1200 megawatt elektrîkê ji Sûriyeyê re peyda bike.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar diyar kir ku ev proje bi hevkariya Azerbaycanê û piştgiriya darayî ya Qeterê dê pêk bê.

Li gorî hûrguliyên projeyê, 6 milyon metrekup gaza xwezayî dê li Sûriyeyê 1200 megawatt elektrîkê hilberîne, her wiha Tirkiye dê 500 megawatt elektrîkê ji çavkaniyên xwe yên nûjenkirî dabîn bike.

Şirketa SOCARê ya Azerbêcanê jî dê di vê destpêşxeriyê de cih bigire.

Bayraktar got, "Gaza ji Azerbêcanê dê bi rêya Kilîsê ber bi Helebê ve were hinardekirin. Armanca me ew e ku em pêdiviyên enerjiyê yên Sûriyeyê bicîh bînin û karîgeriya santralên wê zêde bikin."

Ev înîsiyatîf di heman demê de têkiliyên Tirkiyeyê bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re xurt dike û rola wê di ji nû ve avakirina welêt de geş dike.

Destpêkirina fermî ya projeyê dê di 2yê Tebaxê de bi merasîmekê ku wezîrên ji Tirkiye, Sûriye û Azerbêcanê beşdar dibin, were pîrozkirin.

 

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.