Trump li ser Tsûnamiyê hişyarî da!

Trump li ser Tsûnamiyê hişyarî da!

PeyamaKurd – Ji ber erdhejeke mezin a li Okyanûsa Pasîfîkê, hişyariya tsûnamiyê ji bo niştecihên Hawaiî hat dayîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Truth Social peyamek parve kir derbarê vê mijarê.

Trump ragihand ku ji ber erdhejeke mezin a li Okyanûsa Pasîfîkê, hişyariya tsûnamiyê ji bo niştecihên Hawaiî hat dayîn.

Trump diyar kir ku rewşa "Tesdîqa Tsûnamiyê" ji bo Alaska û Perava Pasîfîkê ya Amerîkayê di meriyetê de ye, û got ku Japonya jî di xetereyê de ye.

Trump ji mirovan xwest ku ji bo agahdariya herî dawî serdana "tsunami.gov" bikin û got, "Xurt û ewle bimînin."

Ajansa Rêveberiya Awarte ya Federal (FEMA) li ser platforma medyaya civakî X bangek valakirinê parve kir.

Di peyamê de ji niştecihên deverên peravê yên Hawaiî hat xwestin ku "tavilê tedbîran bigirin", û hat destnîşankirin ku rêyên valakirinê bi gelemperî bi sembola pêlan û tîrek ku ber bi erdên bilind ve nîşan dide têne nîşankirin.

Di peyamê de ji niştecihên deverên peravê hat xwestin ku "tavilê vala bibin".

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.