Droneke bombebarkirî li Mexmûrê ket xwarê

Droneke bombebarkirî li Mexmûrê ket xwarê

PeyamaKurd – Rêveberiya Dijeterora Kurdistanê ragihand ku îro, 30ê Tîrmehê, saet di 09:30ê sibehê de, droneke bombebarkirî li nêzîkî gundê Dûgirdikan ê navçeya Mexmûr a parêzgeha Hewlêrê ketiye xwarê, lê bêyî ku biteqe.

Ev bûyer duyemîn bûyera bi vî rengî ye di nava du rojan de, piştî ku dronek din li bajarokê Rizgarî yê navçeya Xebatê ya Hewlêrê ketibû xwarê.

Ji destpêka meha Tîrmehê ve, Herêma Kurdistanê rastî zêdetir ji 20 êrîşên bi dron û mûşekan hatiye, ku 9 ji wan li ser zeviyên petrolê yên wekî Xurmele, Kormor, Sersink, Etruş, Bay Hesen, Pêşxabûr, Tawkê û Hunt Oil bûne. Êrîşên din jî armanca hêzên ewlehiyê û firokexaneyan kirine.

Di vê çarçoveyê de, roja 28ê Tîrmehê, şandeke payebilind a Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî Qasim Arecî serdana Hewlêrê kiribû û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve hatibû pêşwazîkirin.

Arecî di konferanseke rojnamevanî de êrîşên bi dronan şermezar kirin û got: “Van êrîşan ziyanê digihînin navûdeng û aboriya Iraqê. Êrîşkar dê bên cezakirin.”

 

Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.