Trump: Rawestandina şeran ji lîstina golfê girîngtir e

Trump: Rawestandina şeran ji lîstina golfê girîngtir e

PeyamaKurd- Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump, di vekirina qada xwe ya lîstika golfê ya nû li bajarê Aberdenshire ê Skoçyayê de diyar kir, "Rawestandina şeran ji lîstina golfê pir girîngtir e."

Trump destnîşan kir ku ew ê zû vegere Washîngtonê da ku "agirên li çar aliyê cîhanê vemirînin" û anî ziman ku roja berê wan di navbera Kamboçya û Taylandê de "şer rawestandiye".

Trump got: "Ev ji lîstina golfê pir girîngtir e. Ferq nake ez çiqas jê hez dikim, ev pir girîngtir e."

Berî vekirina qada lîstina golfê Trump bi Serokwezîrê Skoçyayê John Swinney re hevdîtinek taybet pêk anî. Hate ragihandin ku di hevdîtinê de bacên gumrikê yên ji sedî 10 yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li ser wîskiya Skoçî û alîkariyên mirovî ji bo krîza birçîbûnê ya li Xezeyê hatine gotûbêjkirin.

Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.