Îsraîlê 12 êrîş birin ser bendera Hudeyde ya Yemenê

Îsraîlê 12 êrîş birin ser bendera Hudeyde ya Yemenê

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê êrîşî bendera Hudeyde ya li Yemenê ku di bin kontrola Hûsiyên Îran piştgiriyê dide wan kir. Televîzyona Al-Mesîre ya ser bi Hûsiyan ragihand ku Îsraîlê bi 12 êrîşên asmanî bender kiriye armanc.

Artêşa Îsraîlê bendera Hudeyde ya li peravên Deryaya Sor a Yemenê kir armanc.

Di daxuyaniya Hêza Asmanî ya Îsraîlê de hat gotin, li bendera Hudeyde êrîşî binesaziya leşkerî ya Hûsiyan hatiye kirin û hate diyarkirin ku bender ji bo peydakirina çekan ji Îranê re tê bikaranîn û bi van çekan Îsraîl û hevalbendên wê têne armanckirin.

Herwiha hat destnîşankirin ku êrîş, tolhildana bo  êrîşên Hûsiyan ên bi balafirên bêmirov û moşekan li ser Îsraîlê ne. Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê dê êrîşên dijî Hûsiyan berdewam bike.

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.