Rojhilat | Di salvegera kuştina Jîna Emînî de greva giştî birêve çû

PeyamaKurd- Keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî 16ê îlona 2022yan rojek wek îro li Tehranê piştî ku ji aliyê Polîsê exlaqê yê Îranê ve hatibû binçavkirin, bi îşkenceyê hate kuştin.
Piştî kuştina Jîna Emînî, li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên protestoyî dest pê kirin ku wekî ‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî’ têne binavkirin.
Di protestoyan de bi sedan kes hatin qetilkirin û girtin. Herwiha gelek kes jî bi sedema beşdariya protestoyan hatin îdamkirin.
Îro 22yê Îlonê li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, bi sedema salvegera kuştina Jîna Emînî, grev hate kirin û esnafan dikanên xwe venekir.
Bi taybet li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, bazar hatin daxistin û dikan nehatin vekirin. Dîsa li gelek bajar û bajarokên din jî tevî zextên rejîmê grev birêve çûn.
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




