Şoygu û Sûdanî civiyan: Pêwendiyên Iraq û Rûsyayê bi hemû aliyên xwe hatin nirxandin

PeyamaKurd- Sekreterê Encumena Ewlehiyê ya Rûsyayê Sergey Şoygu, li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudani re civiya.
Sekreterê Encumena Ewlehiyê ya Rûsyayê Sergey Şoygu, di çarçoveya serdaneke kar de çû paytexta Iraqê, Bexdayê. Şoygu, bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudani re hevdîtinek pêk anî.
Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê ragihand, di hevdîtinê de peywendiyên Iraq û Rûsyayê bi hemû aliyên xwe hatin nirxandin û li ser pêşxistina hevkariya di navbera her du welatan de di qadên cuda de hate rawestandin.
Sûdanî, bal kişand ser girîngiya hevkariyê û hevrêziyê di ronahiya geşedanên li herêmê de û destnîşan kir ku divê endamên daîmî yên Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo dabînkirina ewlehî û aramiyê li Rojhilata Navîn alîkariyê bikin. Herwiha Sûdanî got ku divê êrîşên li ser Xezeyê bi dawî bibin û wiha pê de çû: "Binpêkirinên Îsraîlê ne tenê li herêmê, aştî û ewlehiya cîhanê jî tehdîd dike."
Şoygu jî di hevdîtinê de silavên Serokê Rûsyayê Vladimir Putin gihand Sûdanî û kêfxweşiya xwe ji bo biryara Iraqê ya beşdarbûna Lûtkeya Erebî-Rûsyayê ya ku meha bê li paytexta Rûsyayê Moskowayê tê lidarxistin, anî ziman.
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




