Serokê Îmaratan Zayid Al Nahyan li Azerbeycanê bi Aliyev re peymanan îmza kir

PeyamaKurd – Serokê Îmaratan Muhammed bin Zayid Al Nahyan seredana Azerbeycanê kir û li Azerbeycanê bi serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev re peymanên ku têkiliyên navbera her dû dewletan xwurt bikin îmza kir.
Li gor ragihandina serokkomariya Azerbeycanê; serokê Îmaratan Zayid Al Nahyan li balafirgeha Azerbeycanê ya bi navê Fuzul, ji aliyê serokkomarê Azerbyecanê Îlham Aliyev de hat pêşwazîkirin. Her dû lîder çûn bajarê Şûşayê, bi tena serê we hevdîtn kirin û paşî heyetên her dû dewletan hevdîtin kirin.
Di hevdîtinê de Aliyev razîbûna xwe ya ku serokê Îmaratan Muhammed bin Zayid Al Nahyan ku li Qerebaxê ew kiriye mêvan ragihand û got ku têkiliyên navbera her dû welatan bi dostanî û biratiyê pêşde diçin.
Aliyev sipasiya xwe ji bo desteka Îmaratan ya di enerjiya ku dikare xwe nûh dike de kir û got:
“Şîrketên Îmaratan ortaxên me yên stratejîkin û bi xêra veberhênanên wan yekem santrala elertrîkê ya rojê, dest bi xebatê kir.”
Serokê Îmaratan Al Nahyan ji bo Aliyev got; “birayê min” û razîbûna xwe ya ji bo serdedana Azerbeycanê ragihand, got wê têkiliyên dualî di her sehayê de xwurt bibin û weha dewam kir:
“Em dixwazin di seha aborî, enerjiya xwe nûh dike, ewlehiya xidayê û seha çandê de têkiliyên xwe firehtir bikin û em girîngiyê didin aştî û îstîqrara li Qafqasyayê.”
Di çarçova hevdîtinan de beyana hevpar ya di derbarê hevpariya stratejik îmza kirin. Wezîrên her dû terefan ji bo birêvebirina hêza kar ya demkî, gihandin, enerjî, geştiyarî, enerjiya kesk û di seha zeka çêkirî de zebtên lihevkirinê îmza kirin.
Her dû lîder li Deşta Cidirê ya li Şûşayê xwepêşandana hespan temaşe kirin û Aliyev hespekî Qarabaxê diyariyê Al Nahyan kir.
Paşî Al Nahyan ji balafirgeha Fuzul ji Azerbeycanê hereket kir û çû Îmaratan.
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.




