Jinekî bi kêrê êrîş kir, deh kesan birîndar kir û polîs ew kuşt

PeyamaKurd – Li Almanya li eyaleta Bavyera li bajarê Munihê jinekî 30 salî di destê wê de kêr, êrîşê ser kesên ku di rê de diçûn kir û di encamê de 10 kesan birîndar kir. Bûyer li ciyekî qelebalix çêbû lê piştî polîs çû ciyê bûyerê, jinê birîndar kir.
Jina birîndar birin nexweşxanê û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Polîs di derbarê nasnama jinê de ti agahî neda.
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.