Li navça Misirca bi ser Sêrtê êrîşê salona dawetê kirin: 1 kuştî û 3 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li navça Misircê (Kurtalan) êrîşê ser salona dawetê ya bi navê Sare kirin û di êrîşê de kesekî mir û 3 kes birîndar bûn.
Kesê bi navê A. A. bi çeka xwe dema ket salonê êrîş kir. Di encama êrîşê de 4 kes birîndar bûn. Dema xeber gihandin polîs û tîmên tenduristiyê, çûn ciyê bûyerê. Piştî mudaxeleya tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Misircê.
Ji birîndaran Adnan Pekgöz li nexweşxanê can da. Polîs kesê ku êrîş kiribû ser salonê di wextekî kurt de girt û bir baregeha asayîşê.
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




