Hoşyar Zêbarî: Birrîna mûçeyên Kurdistaniyan siyasî ye

PeyamaKurd – Endamê Desteya Rêveber a Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Hoşyar Zêbarî ji Sky Newsê re diyar kir ku têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pir xirab bûne, nemaze piştî biryara Hikûmeta Iraqê ya rawestandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê.
Zêbarî got ku ev biryar siyasî û neheq e, di dema Cejna Qurbanê de hatiye girtin, ku ev yek wextekî pir ne guncaw e. Wî destnîşan kir ku armanca biryarê biçûkxistin û bêparkirina karmendên Herêma Kurdistanê ji mafên wan ên destûrî ye, ku bûye sedema krîzekê. Her weha, li gorî wî, ev gav ji bo qelskirina Herêma Kurdistanê û lawazkirina sîstema federalî li Iraqê ye.
Zêbarî anî ziman ku ev biryar bandoreke neyînî li têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de kiriye, raya giştî li Kurdistanê bi hêrs kiriye û piştgiriya ji bo Herêmê zêde kiriye. Wî got, Herêma Kurdistanê mafê xwe yê ji sedî 12 yê budçeya Iraqê heye, lê Hikûmeta Iraqê li gorî destûr û qanûnan tevnagere û bi hincetan vê mafê asteng dike.
Zêbarî her weha tekez kir ku gelê Kurd xwe nerehet û ji Hikûmeta Iraqê veqetandî hîs dike, lê ew ê van zextan qebûl nekin û li hember wan teslîm nebin.
Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.





