Trump: Wê DYA li Londrayê bi Çînê re civîna hevdîtinên bazirganî bike

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku wê li Londrayê bi Çînê re civîna hevdîtinên bazirganî bikin û hevdîtin wê di 9ê Hezîranê de be.
Ji aliyê Amerîkayê wê wezîrê xezînê û yê bazirganiyê tevlî civînê bibin. Biryara civîna li Londrayê, piştî Trump bi serokê Çînê Xi Jinping re axifî hat dayîn.
Trump, ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Truth Social de kir û got ku wê roja Duşema bê civîn li Brîtanyayê li Londrayê bê kirin. Trump di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Ez gelek razîmê ku wê wezîrê DYAyê yê xezînê Scott Bessent, wezîrê bazirganiyê Howard Lutnick û nûnerê bazirganiyê yê DYAyê Jamieson Greer ji 9ê Hezîranê de li Londrayê bi nûnerên Çînê re bo peymana bazirganiyê civîn bikin. Wê civîn baş derbas bibe.”
Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.