Amerîkayê pakêteke nû ya dorpêçan bi ser Îranê de sepand

PeyamaKurd- Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku biryara dorpêçkirina 10 kes û 27 saziyên bi Îranê ve girêdayî hatiye standin.
Dorpêçên nû, krîza nukleerî ya di navbera Amerîka û Îranê de hîn zêdetir kûr dike.
Li gorî daxuyaniyê, dorpêç herwiha hin saziyên li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Hong Kongê jî digirin nav xwe.
Ev pêngava Amerîkayê nîşan dide ku zexta aborî ya li ser Tehranê berdewam e.
Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.