Keyayê (muxtar) berê birayê xwe kuşt û birakî dinê û biraziyê xwe jî birîndar kir

Keyayê (muxtar) berê birayê xwe kuşt û birakî dinê û biraziyê xwe jî birîndar kir

PeyamaKurd – Li bajarê Sêwasê li navça Yıldızeliyê li ser arazî di navbera birayan de munaqeşe çêbû û keyayê berê yê gund C.A. (50) bi demançê li birayê xwe Orhan Ateş (40) xist û bira can da. Li kurê birayê xwe yê Orhan Ateş yê bi navê E.A. (15) xist û li birayê xwe A.A. (35) xist û wan birîndar kir.

Bûyer, seet li dora 21.00an de qewimî û li gundê Serenê ku 37 km ji navenda Sêwasê dûre çêbû.

Li ser gilîkirina gundiyan, tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Tîmên tenduristiyê dema gihan gund, dîtin ku Orhan Ateş li ciyê bûyerê can daye.

Demançe di qorikê de li birayê dinê yê bi navê A.A. ketiye û kurê Orhan Ateş ji lingê xwe birîndar bûye. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Yıldızeliyê û ji wê derê şandin nexweşxana fakulta tibê ya zankoya Cumhuriyetê.

Cenazê Orhan Ateş birin morga nexweşxanê û keyayê berê C.A. ji aliyê cendirmeyan de hat girtin.

Ev nivîs 150 car hatiye xwendin.