Li Endonezyayê erdhejeke bi hêza 6.7 çêbû!

Li Endonezyayê erdhejeke bi hêza 6.7 çêbû!

PeyamaKurd – Erdhejek bi hêza 6.7 li peravên parêzgeha Maluku ya Endonezyayê çêbû.

Li gorî Lêkolînên Jeolojîk ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS), erdheja ku navenda wê bi qasî 180 kîlometreyan li başûrê rojavayê Tual, Maluku bû, di kûrahiya bi qasî 65.7 kîlometreyan de hatiye tomarkirin.

Li gorî USGS, heta niha ji ber erdheja bi hêza 6.7 tu qurbanî an zerar nehatiye ragihandin.

Piştî erdhejê hişyariya tsûnamiyê nehatiye dayîn.

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.