Konsolê Qeterê xatir ji Serok Barzanî xwest

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro, Çarşemê, (30.07.2025) li Selahedînê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Dewleta Qatarê Huseyn el-Fedala kir.
Hat ragihandin ku ev serdan ji ber bidawîbûna dema karê Konsulê Qatarê bû.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û pêşveçûnên dawî hatin nîqaşkirin.
Her du aliyan giringiya xurtkirina têkiliyên di navbera her du aliyan de anîn ziman.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




