Li Koreya Başûr ji ber germê 13 kesan can da

Li Koreya Başûr ji ber germê 13 kesan can da

PeyamaKurd – Li Koreya Başûr, ji ber germahiya zêde hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye bû 13, û bandoreke giran li ser jiyana rojane ya welatiyan kir.

Li gorî daxuyaniya Ajansa Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Koreya Başûr (KDCA), ji destpêka meha Gulanê ve 2,768 kesan ji ber nexweşiyên girêdayî germê serî li xizmetên tenduristiyê yên lezgîn da. Di nav van kesan de, 13 kes canê xwe ji dest da.

Dema ku ev daneyên 2025an bi heman serdema sala 2024an re tên berhevkirin, tê dîtin ku hejmara nexweşên bi germê bandor bûne 2,6 caran û hejmara mirinan jî ji 3 caran zêdetir zêde bûye.

Hişyariyên germahiyê li gelek herêmên welêt hîn berdewam in, û tê payin ku di rojên bê de pêla germahiyê hêj dijwartir bibe.

 

 

 

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.