Li ser Ozgur Ozel lêpirsîn hat destpêkirin

Li ser Ozgur Ozel lêpirsîn hat destpêkirin

PeyamaKurd - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yılmaz Tunç ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li ser gotinên "heqaret" ên Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel ên li dijî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan lêpirsînek daye destpêkirin.

Yılmaz Tunç di parvekirinek li ser medyaya civakî de ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li ser gotinên heqaret ên Serokê CHP Ozgur Ozel ên li dijî Serokkomar Erdogan lêpirsînek daye destpêkirin.

Tunç bertek nîşanî gotinên Ozgur Ozel ên li dijî Erdogan da û got, "Ev gotin êrîşek eşkere li ser îradeya ku 86 milyon welatiyên me temsîl dike ye."

Daxuyaniya Tunç van tiştan dihewîne:

"Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve lêpirsînek li ser gotinên heqaretkar ên Serokê CHPê yên li dijî Serokê me hatiye destpêkirin.

Ev gotinên ku sînor derbas kirine û ji rêzê wêdetir in, êrîşeke eşkere li ser îradeya ku 86 milyon welatiyên me temsîl dike pêk tînin.

Siyaset di çarçoveya edep û exlaqê de tê meşandin. Ev zimanê ne guncaw ê ku ji aliyê Serokê CHPê ve tê bikaranîn êdî ne tenê meseleyek şêwazê ye; ew ji nezaketa siyasî derbas bûye.

Miletê me, wekî berê kiriye, careke din rê nade kesên ku di siyaseta îftira û îxanetê de ne."

Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.