Zelenskiy li Berlînê beşdarî civîna Trump û serokên Ewropî bû

PeyamaKurd- Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky, bi serdanek surprîz çû Berlînê û li wir ji aliyê serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ve li baxçeyê serokatiyê hate pêşwazîkirin. Piştî ku Merz û Zelensky bi hev re wêne kişandin, civîneke taybet kirin.
Piştî civîna wan a taybet, Merz û Zelensky beşdarî civîneke vîdeo ya onlîne bûn, ku tê de serok û serokwezîrên Fînlandiya, Fransa, Brîtanya, Îtalya û Polonyayê, seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Antonio Costa, û sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte jî amade bûn.
Di civîna vîdeo ya duyemîn de, serokên dewlet û hikûmetan, ligel serokê Amerîkayê Donald Trump û cîgirê wî James David Vance, rewşa dawî ya li Ukraynayê nirxandin.
Li ser mijarên ku dê di civîna Trump û Putin de roja înê li Alaskayê bên nîqaşkirin, nêrîn hatin guhertin. Di civînan de, serokên Ewropî dê li ser awayên zextên li ser Rûsyayê, amadekariyên ji bo danûstandinên aştiyê, daxwazên axê yên têkildar û mijarên ewlehiyê gotûbêj bikin.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.