Bexda û Hewlêrê li ser hinardeya petrolê li hev kir: Wê Iraq bi Tirkiyê re biaxive

Bexda û Hewlêrê li ser hinardeya petrolê li hev kir: Wê Iraq bi Tirkiyê re biaxive

 PeyamaKurd- Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand, wan bi Wezareta Petrolê ya Iraqê re li ser mekanîzma hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li hev kiriye.

Wezaretê îro 13ê Tebaxê eşkere kir, “Me li ser mekanîzma hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi Wezareta Petrolê ya Iraqê re li hev kir. Ew peyman jî ji aliyê 23 endamên şandên her du aliyan ve hatiye îmzekirin, ku 17 ji wan endamên şanda Wezareta Petrolê ya Iraqê bûn.”

Hate diyarkirin, “Ew civîn ji 17ê meha borî ve hatin destpêkirin û di vê demê de serdana hemî zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê hat kirin. Piştî nirxandina pirsgirêkên hunerî û danûstandineke zêde, li roja 11ê vê mehê li ser mekanîzma hinardekirina petrolê lihevkirin hat kirin, ku dê li gorî berhemê rojane yê zeviyên petrolê be.

Wezaretê got, “50 hezar bermîlên petrolê ji bo pêdivîyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê tên wergirtin û berhemê din ji bo hinardekirinê radestî SOMOyê tê kirin.”

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir, “Ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, maye ku hikûmeta federal bi Hikûmeta Tirkiyeyê re biaxive û ew pêvajo bê bicihanîn.”

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.