Serokomarê Lubnanê bertek nîşanî daxuyaniyên Laricanî da

PeyamaKurd- Serokomarê Lubnanê Joseph Awn rexne li daxuyaniyên şêwirmendê Rêberê Îranê Elî Laricanî kir ku di serdana Lubnanê de îdia kir ku Amerîkayê ferman daye hikûmeta Lubnanê ku "projeyeke biyanî" bixe meriyetê.
Awn ragihand, Lubnan her mudaxeleya biyanî ya di karûbarên naxwe de red dike û destnîşan kir, Lubnan dixwaze di çarçoveya serwerî û rêzdariya dualî de bi Îranê re hevkariyê bike, lê pêwendiyên bi Îranê re divê ne tenê bi mezhebeke olî re, lê bi tevahiya gelê Lubnanê re bin.
Laricanî beriya civîna xwe ya bi Awn re jî bi serokê Parlamentoya Lubnanê Nebih Berri re civiya bû û gotibû ku welatê wî mudaxeleya karûbarên naxwe ya Lubnanê nake, lê Amerîka dike. Laricani herwiha bang li gelê Lubnanê kiribû ku "berxwedanê" biparêzin û gotibû, heke di êrîşeke muhtemel a Îsraîlê de Lubnan alîkariyê bixwaze, wê Îran li kêleka Lubnanê be.
Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.




