NY: Di keştiyek li Girava Lampedusa de 20 kes mirin!

NY: Di keştiyek li Girava Lampedusa de 20 kes mirin!

PeyamaKurd - Berpirsê ragihandinê yê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ya li Romayê Filippo Ungaro diyar kir ku di keştiyek li peravên Girava Lampedusa ya Îtalyayê de 20 kesan canê xwe ji dest dane û 20 kesên din jî wenda ne.

Ungaro nûçe li ser platforma medyaya civakî ya şîrketa Amerîkî X parve kir.

Ungaro xemgîniya xwe ya ji ber keştiyek din li Lampedusa anî ziman û got, "Bîst cenaze hatine dîtin û heman hejmar wenda ye. Ji destpêka salê ve 675 kes (koçberên neqanûnî) li Deryaya Navîn canê xwe ji dest dane. Divê rêyên yasayî werin xurtkirin."

Di dawiyê de, Ungaro diyar kir ku UNHCR niha ji bo alîkariya kesên rizgarbûyî dixebite.

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.