Awn bo Laricanî: Mafê ti aliyekî nîne çekê hilde û piştevaniya derve bixwaze

Awn bo Laricanî: Mafê ti aliyekî nîne çekê hilde û piştevaniya derve bixwaze

PeyamaKurd - Serokomarê Lubnanê Michel Awn, îro 13ê Tebaxê pêşwazîya Sekreterê Giştî yê Encumena Bilind a Ewlehiyê ya Îranê Dr. Elî Larîcanî kir. Di civînê de, Awn tekezî li ser hevkariya bi Îranê re li ser bingeha rêzdariya dualî û serweriyê kir û destnîşan kir ku hin daxuyaniyên dawî yên berpirsên Îranî li gorî vê prensîbê nebûn.

Awn diyar kir ku dostaniya di navbera her du welatan de divê hemû gelê Lubnanê bihewîne û dewlet, bi rêya saziyên xwe yên destûrî û ewlehiyê, berpirsiyarê parastina hemû pêkhateyan e.

Awn, her aliyekî ku çekê hildigire an piştgirîya derve dixwaze, red kir û got ku gelê Lubnanê bi rêya saziyên xwe yên destûrî hewl dide bigihîje berjewendiyên xwe yên neteweyî. Wî herwiha anî ziman ku ji bo rûbirûbûna tehdîdan, çi ji aliyê dijminê Îsraîlê ve be, çi ji yên din, pêdivî bi yekîtiya Lubnanê heye û welatê wî ji bo qebûlkirina her hevkariyekê ku vê yekîtiyê xurttir bike amade ye. Awn, ji bo şehîdbûna şeş leşkeran li Wadî Zibqînê sersaxî da Larîcanî û silavên xwe gihand Serokomarê Îranê Mesûd Pezişkîyan.

Ji aliyê xwe ve, Larîcanî jî silavên Serokomarê Îranê gihandin Awn û amadebûna welatê xwe ji bo alîkariya Lubnanê di avadankirinê de anî ziman.

Larîcanî tekezî li ser xwesteka Îranê ya ji bo bihêzkirina pêwendiyan bi dewlet û gelê Lubnanê re kir û got ku ew mudaxeleya karûbarên naxweya Lubnanê red dikin. Herwiha pêşniyara damezrandina fondekê ji bo avakirina herêmên ku ji ber êrîşên Îsraîlê zirar dîtine kir. Di civînê de, Balyozê Îranê li Lubnanê Mujteba Emanî û hin berpirs û şêwirmendên din ên Îranî jî amade bûn.

Lîna Reşîd / Lubnan

Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.