Li Yemenê tekna koçberan hildigirt noqav bû: 54 mirî

PeyamaKurd – Li peravên Yemenê li herêma Ahwarê tekna ku 150 koçberan hilgirt noqav bû û herî kêm 54 koçber can dan. Digel 64 kesên mirî, bi dehan kes wenda ne.
Rayedarê tenduristiyê yê Yemenê Abdul Qadir Bajamil ragihand ku di teknê de li dora 150 kes hebûne. Ji wan 9 kes ji Etiyopyayê, 1 ji Yemenê bi temamî 10 kes rizgar kirine.
Xebata lêgerîn û rizgarkirina koçberan dewam dike.
Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.




