Macron: “Hêvîdarim ku peymana navbera Şam û HSDê bi temamî bicîh were”

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron, piştî li Parîsê bi serokê Sûriyê Ahmed Şara re civiya, piştî civînê di Şara re daxwuyanî da û got:
“Îstîqrara Sûriyê ji aliyê herêmê û Ewrûpa de girînge. Pêwiste temamê pêkhateyên li Sûriyê bên parastin. Em destekê didin ku givaşên ser Sûriyê rabin.”
Macron her weha behsa peymana navbera serokê Sûriyê Ahmed Şara û fermandarê HSDê Malzûrm Abdî kir, peymanê bi girîngî nirxand û got:
“Peymana navbera HSDê û Şamê gelek girînge û hêvîdarim ku bi temamê bê bicîhanîn.”
Ahmed Şara jî bi sedema desteka hukumeta Fransayê û xelkê Fransayê ku dide Sûriyê sipasiya wan kir. Ahmed Şara got:
“Me li ser xwurtkirina têkiliyên navbera Fransa û Sûriyê hevdîtin kir. Avakirina Sûriyê ya ji nûh de mijareka me ya dinê bû.”
Serokê Fransayê Macron îro an ku di 7ê Gulanê de li, Koşka Elysee pêşwaziya serokê Sûriyê Ahmed Şara kiribû.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.




