Pûtîn: Bila bi Ukrayna re li Stenbolê gotbûjên rasterast bên kirin

Pûtîn: Bila bi Ukrayna re li Stenbolê gotbûjên rasterast bên kirin

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn pêşniyar kir ku gotûbêjên rasterast û bê pêşmerc ên bi Ukraynayê re 15ê Gulanê li Stenbolê cardin dest pê bikin.

Pûtîn, piştî merasîmên Roja Serkeftinê ya 9ê Gulanê û hevdîtinên bi serokên welatên din re ji rojnamegeran re axivî.

Pûtîn got, agirbestên ku Amerîkayê ji bo bingeha enerjiyê li Ukraynayê pêşniyar kiribûn û herwiha yên ku wî bi xwe di Cejna Paskalyayê û Cejna Serkeftinê de pêşniyar kiribûn ji aliyê Ukraynayê ve nehatine qebûlkirin.

Pûtîn diyar kir ku Rûsya ti carî diyaloga bi Ukraynayê re red nekiriye û da xuyakirin, tevî her tiştî wan pêşniyar li rayedarên Kievê kiriye ku gotûbêjên wan dawiya sala 2022yan qut kiribûn cardin dest pê bikin.

Pûtîn ragihand, "Em pêşniyar dikin gotûbêjên rasterast ku 15ê Gulanê, roja pêncşemê, li Stenbolê, li cihê ku berê gotûbêj lê qut bûn, bi taybetî bê pêşmerc û bê windakirina demê dîsa dest pê bikin."

Herwiha Pûtîn ji bo vê jî pesnê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan da ku ji bo navbeynkariya agirbesta Ukrayna-Rûsyayê gelek tişt kirine.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.