Trump ji bo gotûbêjên aborî diçe welatên Kendava Erebî

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê 13-16ê Gulanê serdana Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratên Yekbûyî yên Erebî bike.
Hat diyarkirin ku di seredana xwe de Trump dê bi rêveberên welatên Kendava Erebî re li ser hevkariya enerjiyê, veberhênan û ewlehiya herêmî gotûbêjan bike.
Ev yekem serdana Trump a fermî bo Rojhilata Navîn e ku di dema duyem a serokatiya xwe de dê li Rojhilata Navîn û bi taybetî li welatên kendavê bike.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.





