Piştî êrîşa Dohayê, Trump û Serokwezîrê Qeterê li New Yorkê li hev civiyan

Piştî êrîşa Dohayê, Trump û Serokwezîrê Qeterê li New Yorkê li hev civiyan

PeyamaKurd – Li New Yorkê, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman El Sanî hevdîtineke girîng pêk anîn. Ev hevdîtin, ku li restoranteke li Manhattanê weke şîvekê hat lidarxistin, piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser şandeke Hamasê li paytexta Qeterê, Dohayê, pêk hat.

Di civînê de ku Nûnerê Taybet ê Trump bo Rojhilata Navîn, Steve Witkoff jî amade bû, hat ragihandin ku mijara sereke êrîşa Îsraîlê ya li ser Qeterê bûye.

Piştî civînê, hat zanîn ku Trump ji pêşwaziya li restorantê razîbûna xwe nîşan daye. Her wiha, ji aliyê Qeterê ve jî hevdîtin bi awayekî erênî hat nirxandin.

Ev hevdîtin di demekê de pêk hat ku Trump çend roj berê li Washingtonê ji ber helwesta xwe ya derbarê Xezeyê de rastî protestoyan hatibû.

Heta niha derbarê naveroka civînê de ji aliyê Qesra Spî ve ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.