Serokwezîr Barzanî bi Serokê Parlamentoya Iraqê re pirsa mûçeyan gotûbêj kir

PeyamaKurd- Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 6ê Tîrmehê pêşwazî li Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir û di civînê de hate tekezkirin, divê pirsgirêka mûçeyan di zûtirîn demê de were çareserkirin û karmendên Herêmê nebin baca nakokiyên siyasî.
Di civîna ku Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran Şaxewan Ebdullah û Serokê Komîteya Destpakiyê ya Encûmenê Ziyad Cenabî jî amade bûn de, gotûbêj li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatin kirin, bi taybetî mijara mûçe û mafên darayî yên karmendên Herêma Kurdistanê.
Her du alî hevnêrîn bûn ku divê bi ti awayî mijara mûçeyê bi pirsgirêk û nakokiyên siyasî re neyê tevlihevkirin û karmendên Herêma Kurdistanê nebin baca van nakokiyan.
Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e di zûtirîn dem de pirsgirêka mûçeyê were çareserkirin û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên şandin. Di vê derbarê de, guftûgoyên di navbera her du hikûmetên Herêm û Federal berdewam in, ji bo kêşe di van çend rojan de bê çareserkirin.
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




