Çiyayê Gabarê dişewite

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku agir bi Çiyayê Gabarê ku dikeve sînorên bajarê Şirnex a Bakurê Kurdistanê ketiye û xebatên vemirandinê berdewam dikin.
Li gorî zanyariyan, îro 4ê Tîrmehê ji danê sibehê ve herêma Çiyayê Gabarê, li alîyê Basa ya navçeya Şirnexê daristan dişewite û duxan ji çiyê bilind bûye.
Ji bejahî û ji hewayî bi helîkoptereke vemirandina agir a cendermeyan ku ji Dîyarbekirê hatiye şandin, destwerdana agir tê kirin.
Hîn nehatiye zanîn bê sedema şewata li herêma Çiyayê Gabarê ya nêzî gundê Zêvê yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê, çi ye.
Lê belê şewat ji ber bayê zû mezin bûye û belav bûye. Hate zanîn ku hîn agir nehatiye vemirandin, xebatên kontrolkirina şewatê didomin.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




