Di şaredariya bajarê Îzmîrê de bi sedema gendeliyê 45 kes hatin girtin

PeyamaKurd – Di operasyona şaredariya bajarê mezin ya bajarê Îzmîr a Tirkiyê de 45 kes hatin girtin ku di nava wan de şaredarê şaredariya mezin yê berê Tunç Soyer, serokê partiya CHPê yê Îzmîrê Şenol Aslanoğlu, rêvebirê giştî ya İZBETONê Heval Savaş Kaya hene.
Doza ku ji 99 kesên binçavkirî pêkdihat ya gendeliyê, piştî îfadên wan serdozgerî sitend wan şand dadgeha dadgeriya Silh Cezayê û xwest ku hemî bên zîndanîkirin, dadgeriyê ji 99 kesan 45 kesan girt.
Serdozgeriya Îzmîrê di 1ê Temmûzê de li ser hevkariya İZBETON AŞê ya bi şaredariya bajarê Îzmîrê re, ku goya di rêya şîrketên taşeron re bertîlxwarin û gendelî çêbûye lêpirsînê dabû destpêkirin
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




