Îro 3yê Tebaxê ye: 11 sal bi ser komkujiya Kurdên Êzidî de derbas bûn

Îro 3yê Tebaxê ye: 11 sal bi ser komkujiya Kurdên Êzidî de derbas bûn

PeyamaKurd- Îro 3yê Tebaxa 2025an, bi ser komkujiya Kurdên Êzidî yên Şingalê de, 11 sal derbas bûn. 3yê Tebaxa 2014an li Şingalê bi destê rêxistina terorîst DAIŞê zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin qetilkirin.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrîşî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî qetilkirin û herwiha keç û jin û zorakên wan jî çrevandin. Bi deh hezaran Êzidî koçber bûn ku hê jî ew birîna êrîşa dirinde zindî ye.

Piştî êrîş û komkujiyê ji sedî 80yê bajar û gundên Şingalê wêran bûn. Bi hezaran Kurdên Êzidî yên ku hewl xwe rizgarkirinê dan, xwe spartin Çiyayê Şingalê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Jenosîda Şingalê di serî de welatên Ewropî ji aliyê 13 welatan ve li parlamentoyan bi fermî wekî jenosîd hate naskirin.

Heta niha jî aqubeta beşek ji revandiyên Kurdên Êzidî nediyar e.

Piştî êrîşa DAIŞê, heta niha li Şingalê û derdora wê bi dehan gorên bikom û çend gorên takekesî yên Kurdên Êzidî hatine dîtin û rufatên wan piştî tespîtkirina DNAyan dem bi dem radestî malbatan têne kirin.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan, ji ber êrîşa DAIŞê, zêdetirî 325 hezar Kurdên Êzidî ji Şingalê û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê bûn ku piraniya wan li Duhokê bi cih bûne. Herwiha zêdetirî 100 hezar Kurdên Êzidî jî penaberî welatên Ewropayê bûn.

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.