Nêçîrvan Barzanî parêzgehbûna Şingalê xwest: Divê Bexda Şingalê ji milîsan paqij bike

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di 11emîn salvegera jenosîda Êzidiyan de peyamek belav kir.
Nêçîrvan barzanî di peyama xwe de got, erkê hikûmeta Iraqê ye ku xwedî li welatiyên Êzidî derkeve, wan qerebû bike û êdî rê nede ku Şingal bibe "gorepana ger û fetlên milîs û komên çekdar".
Di peyameke nivîskî ya îro 3yê Tebaxê hat belavkirin de, Nêçîrvan Barzanî xemgînî û nîgeraniya xwe ya kûr anî ziman ku piştî 11 salan, hê jî nêzîkî nîvê Êzidiyan di nav rewşeke dijwar a aborî, civakî û derûnî de di kampan de dijîn.
Barzanî xwest ku Şingal bibe parêzgeh û bawerî, piştrastî, aramî, asayîş, avadanî û xizmet ji Şingal û navçeyên din re bê vegerandin û tawanbar bêne sizadan.
Nêçîrvan Barzanî got: “Ji bo wê yekê tekez li ser bi cîhkirina peymana Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal ya ji bo normal kirina rewşa Şingalê û bi parêzgeh kirina wê dikin. Herwiha daxwazê ji civaka navdewletî dikîn li hemû rûyek ve zêdetir bi teşwiq û hana Êzdiyan ve bê.”
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Îro bîranîna bi êş ya yanzdeh saliya Jenosayda Êzdiyan dikîn û bi rêz û wefadariyê cangoriyên wê tawankariya Da'îşê, bi bîr tînîn. Pêdagirê pêşkêşkirina hemû piştgîriyekîn ji bo welatiyên me yên Êzdî û ji bilî hemû êşên rabihûrî, bi hêviyê ve li paşerojê dinêrîn û ji bo kevandina birînên wan, bi hevre kar dikîn.
Cihê daxê û dilgiraniyeke zêdeye ku yanzdeh sale hê jî nêzîkî nîvê Êzdiyan, li rewşeke dijwar ya aborî û civakî û derûnî de li wargehan de dijîn. Erkê Hikûmeta Iraqê ye baştir xweditiyê li welatiyên Êzdiyan bike û wan qerebû bike, êdî rê nede Şingal û navçeyên Êzdiyan, qada navenda mîlîşiya û grûpên çekdar û yek alî kirina ajandayên herêmiyan bin.
Divê bawerî, piştrastî, aramî, asayîş, avadanî û xizmetê bi Şingal û navçeyên din vegerênîn, dadperwerî ji bo civaka Êzdî pêkbîne û tawanbar bêne siza dan. Ji bo wê yekê tekez li ser bi cîhkirina peymana Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal ya ji bo normal kirina rewşa Şingalê û bi parêzgeh kirina wê dikin. Herwiha daxwazê ji civaka navdewletî dikîn li hemû rûyek ve zêdetir bi teşwiq û hana Êzdiyan ve bê.
Spasiya wan hemû welatan dikîn ku Komkujiya Êzdiyan ji Jenosayd nasandine û li kar û hewlên me berdewam dibîn heta li ser asta navdewletî de zêdetir bi Jenosayd bê nasîn. Spas û rûmet ji bo yarmetiyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li têkşikandina Da'îşê de. Xûşk û birayên xwe yên Êzdiyan piştrast dikîn ku herdem parêzerê wan dibîn û heta revandiyeke Êzdî mabê, karê nivîsîngeha me ya rizgarkirin û eşkerekirina çarenivîsa wan berdewam de dibe.
Silav li bîranîn û ruhê cangoriyên Êzdiyan û li îradeya bihêz û berxwedana Êzdiyan. Silav li yad û giyanê wan hemû Pêşmergeyên qehreman ku bi Fermandeyê Cenabê Serok Mesûd Barzanî, ji bo rizgarkirina Şingalê û hemû pêkhatên Kurdistan û Iraqê canên xwe gorî kirin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.08.2025
Ev nivîs 130 car hatiye xwendin.




